Çarçoveya Kordînasyonê ji bo diyarkirina serokwezîr sibê dicive
Di demekê de ku tê payîn di civîna sibê ya Çarçoveya Kordînasyonê de li Iraqê namzedê serokwezîriyê zelal bibe, Partiya Dewa ya Iraqê ragihand ku namzedê wan ê tenê Nûrî Malîkî ye.
Di demekê de ku tê payîn di civîna sibê ya Çarçoveya Kordînasyonê de li Iraqê namzedê serokwezîriyê zelal bibe, Partiya Dewa ya Iraqê ragihand ku namzedê wan ê tenê Nûrî Malîkî ye.
Di siyaseta Iraqê de çav li ser civîna Çarçoveya Kordînasyonê ya ku tê plankirin sibê bê lidarxistin e. Beriya civîna hevpeymaniyê ya ku tê payîn bi rojeva diyarkirina serokwezîr bicive, Partiya Dewa ya Iraqê eşkere kir ku namzedê wan Nûrî Malîkî ye û heta niha navekî din nehatiye rojevê.
Di daxuyaniya ku îro hatî dayîn de her wiha hat diyarkirin ku ji bo roja duşemê, bi armanca diyarkirina namzedî, li mala Emmar el-Hekîm banga civîneke lezgîn hatiye kirin.